Çarenivîsa balafira Rûsî ya winda diyar bû: Tevî 28 rêwiyan ketiye deryayê

06 July 2021 15:51 0 dîtin
Çarenivîsa balafira Rûsî ya winda diyar bû: Tevî 28 rêwiyan ketiye deryayê

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku balafira rûsî ya cureya AN-26 ku 28 rêwî tê de bûn û winda bûbû, hatiye dîtin.

Li gorî ragihandina berpirsên rûsî balafir li herêma Kamchatka piştî pêwendî pê qut bûye û ketiye nav deryayê.

Berpirsên Xizmetguzariya Hawarhatinê ya Rûsyayê belav kirine ku balafira cureya (AN - 26) li herêma Kamchatka li girekî ketiye û ketiyee nava deryayê.

Berpirsan diyar kiriye, dema li wî girî ketiye, bûye du perçe û agir pê ketiye û ji ber wê jî tê pêşbînîkirin ku ti kesek ji karmendên firokeyê yan rêwiyan ji mirinê rizgar nebûbin.

Wezareta Xizmetguzariyê daye xuyakirin, 22 rêwî ku 1 ji wan zarok û 6 karmend di balafirê de hebûn.