Balafira leskerî ya Rûsî li sînorê Çînê ket: 6 kesên tê de winda ne
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li nêzîkî bajarê Habarovsk ê Rûsyayê ku dikeve sînorê Çînê, balifereke leşkerî ya cûreya An-26 di dema ceribandina amûrên pêwendiyê de, ji radarê derketiye û ketiye xwarê.
Li gorî zanyariyan 6 kes di wê balafirê de bûn ku ti agahî ji wan kesan nîne û aqûbeta nediyar e.
Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê ragihandiye ku balafir nêzîkî bajarê Habarovskê ji radarê derketiye û winda bûye û ji bo dîtina balafirê helîkopterên Mi-8 hatine şandin.
Piştî ketina balafirê Rûsyayê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê şandin cihê bûyerê. Lê belê ji ber şert û mercên dijwar ên keş û hewayê û ji ber tarîbûna hewayê, xebatên lêgerînê bi zehmetî dimeşin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin