Li nav sînorên Rojavayê Kurdistanê balafira kesfê ya rûsî ket
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro danê sibehê li gundê Metmûra yê bakurê navçeya Zirganê ya Hesekê, balafireke Rûsyayê ket xwarê.
Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî, li gundê Metmûra yê bakurê navçeya Zirganê ya girêdayî Hesekê balafira bêpîlot a Rûsyayê ketiye xwarê, lê çawanî û sedema ketina wê nehatiye zanîn.
Heta niha Wezareta Berevaniya Rûsyayê û baregeha Himêmîm a li Sûriyê ti daxuyanî nedane.
Hêjayî gotinê ye, li gorî zanyariyan artêşa Tirk û çekdarên wê îro 11ê Tebaxê danê sibê bi çekên giran êrîş biribûn ser gundê Til-El Werd yê girêdayî navçeya Zirganê ku hevdem balafira rûsî li wê herêmê jî ketiye xwarê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin