Li dijî avahiya îstixbaratê êrîsa bombeyî: 12 kustî...

07 July 2019 11:03 0 dîtin
Li dijî avahiya îstixbaratê êrîsa bombeyî: 12 kustî...

PeyamaKurd – Li parêzgeha Gazne ya Afganistanê li dijî avahiya îstixbaratê ya wî welatî êrîşeke bombeyî hat kirin.

Hat ragihandin ku êrîş bi wesayîteke bombebarkirî bi ser avahiya îstixbaratê ya li parêzgeha Gazne ya Afganistanê hatiye kirin û di encama wê êrîşê de 12 kesan can daye.

Derbarê berpirsiya wê êrîşê de, hîn ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.