Li dijî navenda îstixbaratê êrîsa întixarî: 6 kustî, 6 birîndar

11 December 2018 13:03 0 dîtin
Li dijî navenda îstixbaratê êrîsa întixarî: 6 kustî, 6 birîndar

PeyamaKurd - Li nêzîkî paytexta Afganistan Kabulê êrîşeke întixarî bi ser navenda îstixbaratê de hat kirin.

Asayîşa Afganistanê ragihand ku navenda dezgeha îstixbaratê bûye armanca êrîşa întixarî ku li nêzîkî paytext Kabulê ye.

Berdevkê Wezareta Navxweyî Nacib Daniş jî got ku êrîşa întixarî bi wesayîteke bombebarkirî bi ser karwana hêzên ewlekariyê de hatiye kirin.

Hat diyarkirin ku di encama wê êrîşê de, 4 kesan can daye û 6 kes jî birîndar bûne.

Hîn ti rêxistinekê berpirsiyariya xwe ya bo wê êrîşê ranegihandiye.