Li Diyarbekirê agir bi masîneyekê ket

02 November 2024 10:31 0 dîtin
Li Diyarbekirê agir bi masîneyekê ket

PeyamaKurd – Li gorî Amîda News radigihîne; li taxa Bagcilarê ya navçeya navendî ya Baglara Diyarbekirê, agir bi maşîneyekê ket ku di Kolana Evrîm Alataşê re diçû. Du kesên di maşîneyê de kêliya dawî karîn peya bibin ji maşîneya ku navê ajokarê wê nehat zanîn. Ekîbên agirkujiyê bi hawara agirê wê maşîneyê de çûn ku nehat zanîn bê ji ber çi pêk hat.

Bi midaxeleya ekîbên agirkujiyê, şewata di maşîneyê de hat vemirandin bêyî beriya ku li derdorê belav bibe.

Kesî ji ber şewatê canê xwe ji dest neda, lê maşîneya ji derb ket, polîs jî lê dikolin bê ka sedema şewatê çi bû.