Li navçeya Hênê ya Diyarbekirê agir bi daristanê ket
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro 18ê Tebaxê li navçeya Hêneyê ya bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê, agir bi daristanekê ket ku hewla vemirandina agir didome.
Li taxa Nêribê Axon û Nêribê Yûsifan ên navçeya Hênê ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanekê ket ku bilez li beşeke din a daristanê agir belav bû.
Piştî agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Daristanan û agirvemirandinê gihîştin cihê bûyerê û dest bi vemirandina agir kirin.
Hate ragihandin ku ji bo vemirandina agir 4 wesayîtên agirvemirandinê, helîkopterek ji hewayê ve û 30 karmend û xelkê navçeyê dixebitin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin