Li Diyarbekirê 2 grûb ser kirin: 2 mirî û 6 birîndar
PeyamaKurd- Li navenda bajarê Diyarbekirê li taxa Şehîtlixê di navbera du grûban de şer û pevçûn derket. Di encamê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn. Berê jî di navbera her dû grûban de dijberiyekî hebûye.
Di serî de her 8 kes birîndar bûn lê piştî Xizmeta Lezgîn ya 112 ê ya tenduristiyê wan birin nexweşxane ya dewletê ya Selaheddînî Eyûbî û nexweşxaneya Dîcle ya Tibê, kesên bi navên Şehmuz A. û İzettin E. jiyana xwe ji dest dan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin