Li Diyarbekirê 782 narincokên bermayîyên serê cîhanê hatin dîtin
PeyamaKurd – Li cihê dîrokî yê navçeya Sûr a bajarê Diyarbekirê Amîdayê di encama kolandinên arkeolojîk de, 782 narincokên bermayîyên şerê yekem ê cîhanê hatin dîtin.
Profesorê Zanîngeha Dicleyê yê Fakulteya Perwerdeyê Prof. Dr. Îrfan Yildiz derbarê dîtina wan narincokan da da xuyakirin, wan 29ê Tîrmehê li bakurê rojavayê sûran muhîmatên dema Osmaniyan tespît kirine û piştî xebatên kolanê yên du rojan jî ew derxistine.
Yildiz diyar kiriye ku 640 ji narincokan yên cûreya Osmaniyan, 48 yên cûreya Mill-M5 ên îngilîzan, 90 yên Almanî, 3 yên cûreya M-24 ên almanî û 1 narincok jî ya cûreya humbara ya Osmanî bi tevahî 782 narincok hatine tespîtkirin.
Prof. Yildiz ragihand ku ew narincok ji bo ji bo lêkolînê hatine şandin û piştre jî wê radestî wan bêne kirin daku li muzexaneyê pêşan bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin