Li Diyarbekirê 84 karkerên saredariyê ji kar hatin avêtin
PeyamaKurd – Parêzgar û qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ku ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve li şûna şaredarê hilbijartî yê HDPê Selçûk Mizrakli hatiye danîn, dawî li karê 84 karkerên şaredariyê anî.
Hat zanîn ku ew karkerên ji kar hatine avêtin, dema Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê yê HDPê Selçuk Mizrakli dest bi kar kiribûn.
Piştî ku sala borî Mizrakli ji kar hatibû dûrxistin û girtin, pêşî li şûna wî parêzgarê wê demê Hasan Basri Guzeloglu hatibû danîn û piştre parêzgarê nû yê Diyarbekirê Munîr Karaloglu wekî qeyûm wekaleta rêveberina şaredariyê wergirtibû.
Hat diyarkirin ku dema Karaloglu 84 karkerên şaredariyê ji kar dûr xistin ku karkeran ragihandiye ku ew dê ji bo li karê xwe vegerin serî li dadgehê bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin