14 karmendên saredariyê ji gendeliyê ji kar hatin avêtin

26 July 2020 23:41 0 dîtin
14 karmendên saredariyê ji gendeliyê ji kar hatin avêtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji tîma qeyûmê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mûstafa Yaman 4 kesên din ji kar hatin dûrxistin ku hejmara karmendên şaredariyê yên ji ber gendeliyê ji kar hatine avêtin gihîşt 14 kesan.

Wezareta Naxwve ya Tirkiyê Waliyê berê yê Mêrdînê Mûstafa Yaman 19ê Tebaxa 2019an, weke qeyûm danîbû ser Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê ku 10ê Hezîranê walî bi biryara Serokomariyê bo navendê hatibû vekişand.

Walîyê nû yê Mêrdînê Mahmût Demîrtaş ku di heman demê de bû qeyûmê şaredariyê jî di çarçoveya lêkolîna mufetîşan de, gelek rêveberên asta bilind ên şaredariyê bi hinceta gendelî kirine ji karê wan dûr xist.

Li gorî zanyariyan heta niha, Sekterê Giştî yê Şaredariyê Abdullah Yenîgun û Serokê Lijneya Rêveber a AŞ. Ya Bajêr Zeynî Teker jî di nav de 10 kes ji kar hatine avêtin ku 4 kesên dawî re hejmar gihîştiye 14 kesan.