Li Ûrmiyê ji ber gendeliyê 7 berpirsên saredariyê hatin girtin
PeyamaKurd – Li Ûrmiyê ya Rojhilata Kurdistanê, komek berpirs û karmendên şaredariya bajêr, ji ber gendeliyê hatin girtin.
Li gor Berdevkê Şaredariya Ûrmiyê Husên Penahî ragihand, di nav çend rojên borî de 7 berpirs û karmendên Şaredariya Ûrmiyê ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve hatine girtin.
Penahî diyar dike, ew kesên han ji ber gendeliya malî hatine girtin.
Berdevkê Şaredariya Ûrmiyê, agahiyên zêde li ser wan kesan neda û got, di demek nêzîk de berpirsên dadweriyê dê agahiyên zêde li ser wan ragihînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin