Li Iraqê ji ber gendeliyê 356 polês û efser ji kar hatine avêtin

14 July 2024 23:01 0 dîtin
Li Iraqê ji ber gendeliyê 356 polês û efser ji kar hatine avêtin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku 356 endamên hêzên navxweyî yên Iraqê, karên ne li rê û gendeliyê kirine.

Jêderekî ji dezgeheke fermî ya Iraqê ji medyaya Bexdayê re, bi şertê ku navê wî neyê nivîsîn ragihand ku rêjeya gendeliyê û bertîlxwarinê di dezgehên asayîşa navxweyî de pir zêde bûye, dezgehên leşkerî û sîxuriyê jî nav de, di gelek dezgehan de ew pirsgirêk raketiye asta xeternak.

Wezareta Navxwe ya Iraqê di wan çend rojên borî de ji ber têkelî gendelî û bertîlxwarinê bûne, 356 karmendên asayîşa navxweyî ji kar avêtine.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraq a Federal Mîqdad Mîrî bi daxuyaniyekî fermî ragihand ku di çarçoveya tekoşîna li dijî gendeliyê de 320 polês û 36 efser ji kar hatine dûrxistin û derkirin.’’

Mîqdad Mîrî got: ‘’Ew karmendên ku ji karên xwe hatine avêtin têkelî gendeliyê bûne û pêgeha xwe ji bo armancên neyasayî bikar anîne.’’