Li Diyarbekirê danasîn û tescîlkirina "Kebaba Cîger" hat lidarxistin
PeyamaKurd – Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê (DTSO) li ser Pira Dehderî, danasîn û tescîlkirina "Kebaba Cîger" hat lidarxistin.
Li gor zanyariyan, di encama serlêdana Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê (DTSO) de, "Kebaba Cîger" ya ku ji Daîreya Patent û Nîşanên Tirkiyê belgeya qeyda nîşaneya erdnîgariyê wergirtibû, bû yek ji xwarinên ku hatine tomarkirin.
Herwiha di danasîna li Pira Dehderî de, Serokê DTSO Mehmet Kaya, Parlamenterê berê yê AKPê Mehdî Eker, Serokê Encûmena DTSO Celalettin Birtane, Serokê DESOBê Alîcan Ebedinoglu, Serokê Borsaya Bazirganiyê Engîn Yeşîl, Serokê DISADê Nurullah Edemen û nûnerên rêxistinên sivîl jî beşdar bûn.
Hat eşkerekirin ku di danasînê de bi qasî 600 par kebaba cîgerê li beşdaran hat belavkirin.
Serokê DTSOê Mehmet Kaya da zanîn, heta niha 48 berhem hatine tescîlkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin