Wezareta Perwerdeya Tirkiyê navê Kurd û Kurdî nexist nav pirtûka danasîna Diyarbekirê

19 March 2021 15:52 0 dîtin
Wezareta Perwerdeya Tirkiyê navê Kurd û Kurdî nexist nav pirtûka danasîna Diyarbekirê

PeyamaKurd – Wezareta Perwerdeya Tirkiyê (MEB) ji bo danasîna bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê pirtûkek bi navê (Bajarê me Diyarbekir’ çap kir, lê qet tê de behsa Kurdan û Kurdî nekir. Bi ser de jî di pirtûkê de zimanê Diyarbekiriyan jî bi zimanê Tirkiya Bakuya Azerbaycanê hat şibandin.

Di pirtûka ku ji bo dibistanan hatiye amadekirin û bajarê Diyarbekirê dide nasîn de, behsa berhemên çandinînî, cureyên ajalan, nebat, huner, kultur û erdnîgariya Diyarbekirê tê kirin, lê di pirtûkê de qet peyveke Kurdî nehatiye nivîsîn û qala Kurdan jî nayê kirin.

Herwiha zimanê axaftina tirkî yê li Diyarbekirê tê bikaranîn jî di pirtûkê de wek devoka Tirkî ya Azerbaycanê hatiye nîşandan.

Di beşeke din a pirtûkê de jî bi sernavê ‘Xeteriyên Bajêr’ ji bilî bikaranîna tilyakê, qezayên trafîkê îstismara zayendî jî hatiye nîşandan ku xelkê bajêr tohmetbar dike.