Wezareta Perwerdeya Tirkiyê: Ne mimkun e em navê Esat Oktay qebûl bikin!

26 December 2023 20:03 0 dîtin
Wezareta Perwerdeya Tirkiyê: Ne mimkun e em navê Esat Oktay qebûl bikin!

PeyamaKurd – Li navçeya Buca ya Îzmîr a Tirkiyê, navê dibistanekê bi navê Esat Oktay Yildiray ê ku dema darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî berpirsê îşkence û kuştina bi dehan girtiyên siyasî yên Kurd bû, hate dayîn.

Piştî belavbûna nûçeya merasîma navdayînê ya ji aliyê Qeymeqamê wê navçeyê ve hatibû birêvebirin, bertekên tund bi taybet ji aliyên raya giştî ya Kurd û aliyên din ên siyasî ve hate nîşandan.

Li ser vê biryarê îro 26ê Kanûnê Wezareta Perdewehiya Milî ya Tirkiyê (MEB) daxuyaniyek belav kir û ragihand, ne mimkun ew vê guhertina nav qebûl bikin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku bêyî agahiya wan ew nav hatiye lêkirin û nabe kesên hin beşên civakê rencîde dikin navê wan bo dibistanan bê dayîn.

Herwiha hate gotin ku ne mimkun e ew wê biryarê qebûl bikin û agahiya pêwîst bo parêzgariya Îzmîrê ku erka navlêkirinê pê re ye, hatiye dayîn.