Li Diyarbekirê di êrîsê de polîsekî hat kustin
PeyamaKurd- Li navenda bajarê Diyarbekirê li navçeya Reza di êrîşekî de polîsekî birîndar bû û tîmên 112 ê wî bi ambûlansê birin nexweşxaneyekî taybet. Li nexweşxanê doktoran mudaxele kir lê polîs jiyana xwe ji dest da. Cenazê polîs bo otopsiyê birin nexweşxaneya Selahaddînî Eyyûbî. Li gor agahiyê; bûyer li navçeya Reza (Bağlar) li taxa 5 Nîsanê çêbû. Polîs pêşî ji yekî guman kiriye û xwestiye ku raweste lê gumanbar bi sîlih li polîs daye.
Tîmên taybet yên polîsan dest bi operasyonê kirine û ji hewa de helikopter destekê didin operasyonê. Kesê êrîşker ji kamerayên Mobese hatiye taqîbkirin, li serê T-Sortekî sipî heye û navê wî A.P. ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin