Li Diyarbekirê du malbatan ser kirin: 7 kustî, 4 birîndar

15 June 2023 12:30 0 dîtin
Li Diyarbekirê du malbatan ser kirin: 7 kustî, 4 birîndar

PeyamaKurd Li navçeya Bismilê ya Diyarbekirê ji ber nakokiya erd şer derket û di encamê de 7 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, îro li gundê Şidada yê ser bi navçeya Bismil a Diyarbekirê ji ber nakokiya li ser erdê di navbera du malbatan de şer derketiye.

Hat zanîn ku her du malbatan di şer de çek bi kar anîne û di encamê de 7 kes hatine kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.

Li gor hat ragihandin, gelek cendirme çûne gundê Şidada û des bi cîbicîkirina tedbîrên ewlehiyê yên tund li nav gund kirine, herwiha ekîbên tendirustiyê bi ambulansan gihîştin gund.

Her 4 birîndarên bûyerê ji aliyê ekîbên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên bajêr hatine veguhastin.