Riha | Du malbatan ser kirin: Kustî û birîndar hene

29 May 2021 14:59 0 dîtin
Riha | Du malbatan ser kirin: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd –  Di navbera du malbatên ji navçeya Hîlwanê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve, şerê çekdarî derket û di encamê de 2 kesan can dan.

Li gor çavkaniyên xwecîhî, li Taxa Faik a ser bi bajarokê Hîlwanê, ji ber sedemeke nediyar gengeşe di navbera du malbatan de çêbûye û piştî aloziyan di navbera malbatan de şerê çekdarî derketiye û di encamê de 2 kesên bi navê M.O û A.O can didin û 5 kesên din jî birîndar dibin.

Herwiha agahî destnîşan dikin, kesên birîndar bo nexweşxanê hatine veguhestin û dermankirina wan berdewam e.