Li Duhokê Konferansa Navnetewî ya Kozmetîkê birêve çû

08 September 2024 13:34 0 dîtin
Li Duhokê Konferansa Navnetewî ya Kozmetîkê birêve çû

PeyamaKurd – Li bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê, 5. Konferansa Çerm û Kozmetîkê bi beşdariya gelek pispor û doktoran hate lidarxistin.

Konferans bi beşdariya Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî birêve çû û ji aliyê Komeleya Dermatologên Navnetewî hate lidarxistin.

Di konferansê de mijarên tedawiya nexweşiyên çerm û pêşîgirtina wan nexweşiyan û di warê kozmetîkê de çareseriyên nû di asta gerdunî de hatin nirxandin.

Gelek pispor û pizîşkên ji Iraq û Kurdistanê beşdarê konferansê bûn.