Silêmaniye | Konferansa zanistî ya zimanê Kurdî birêve diçe

25 February 2023 15:56 0 dîtin
Silêmaniye | Konferansa zanistî ya zimanê Kurdî birêve diçe

PeyamaKurd – Îro li bajarê Silêmaniyê bi dirûşma "Ziman Bingeha Afirandina Netewe ye", konferansa zanistî ya zimanê Kurdî birêve diçe.

Li gor zanyariyan, birêveçûna vê konferansê di çarçoveya çalakiyên Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîk de ye û hejmarek mamosteyên zanîngehan û lêkolîner tê de beşdar in.

Serperiştyarê Konferansê Şaxewan Sidîq da zanîn: “Em wek Dezgeha Kerîmî Eleke du sal in ji bo 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayik çalakiyan encam didin û vê rojê pîroz dikin.”

Şaxewan Sidîq eşkere kir, di konferansa îro de çend panel hene, tê de behsa rola ziman di mijara netewî û zindîbûnê de tê kirin.

Herwiha Sidîq eşkere kir, ji bilî li Herêma Kurdistanê, wan hewl dane lêkolînerên ji parçeyên din ên Kurdistanê jî beşdarî vê konferansê bibin, lê belê nekarîne, loma bi rêya vîdeo û online, dê beşdar bibin û peyamên xwe bigihînin.