Li Amedê Konferansa Platforma Zimanê Kurdî birêve diçe
PeyamaKurd - Konferansa Platforma Zimanê Kurdî dest pê kir. Berdevkê platformê Şerefxan Cizîrî, di axaftina vekirinê ya konferansê de wiha got: “Her pêngavên şênber ên bên avêtin, wê ji bo pêşeroja kurdî xwedî girîngiyek pir mezin be.”
Konferansa Platforma Zimanê Kurdî, bi dirûşmeya “Zimanê me nasnameya me ye, zimanê me hebûna me ye” li oteleke navçeya Sûr a Amedê dest pê kir. Konferans di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê hat lidarxistin.
Li gorî nûçeya MAyê, Pêkhateyên Platformê Ziman Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Mirov û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T), Platforma Demokratîk a Kurd (PDK-Bakûr) û Partiya Azadî beşdarî konferansê bûn. Di heman demê de nûnerên rêxistinên civaka sivîl, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratî (KCD) Berdan Ozturk û Hevşaredarê Batmanê Mehmet Demîr, tevlî konferansê bûn.
Pankarta “Zimanê me nasnameya me ye, zimanê me hebûna me ye” bi salona konferansê ve hat kirin.
‘Pêngavên şênber wê ji bo pêşerojê pir girîng be’
Piştî deqeyek rêzgirtinê konferansê dest pê kir. Axaftina vekirinê ya konferansê Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî kir. Cizîrî, dest pê kê bal kişand ser girîngiya xebatên ziman û wiha got: “Her pêngavên şênber ên bên avêtin, wê ji bo pêşeroja kurdî xwedî girîngiyek pir mezin be.
Ji endamên platformê Hayrettîn Altûn jî, di axaftina kir de wiha got: “Zaravayê kirmanckî yê kurdî bi talokeya tunebûnê re rû bi rû ye. Divê em xwedî vî zaravayî derkevin. Ez banga xwedî derketinê li hemû kesan dikim.”
Dê mijarên cuda bên pêşkêşkirin
Di dewama konferansê de, Rêveberê DBPê yê Amedê Hayrettîn Altûn wê mijara “Ziman û Perwerdê”, Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîtfyurek wê “Ziman û Gel”, Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî wê “Ziman û Ronahî”, Ji PSK’ê Hasan Dagtekîn jî wê “Ziman û Fermiyet” pêşkêş bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin