Li Hewlêrê konferansa zimanê ragihandina kurdî birêve diçe

08 December 2019 14:01 0 dîtin
Li Hewlêrê konferansa zimanê ragihandina kurdî birêve diçe

PeyamaKurd – Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, îro bi armanca zêdetir birêxistikirina zimanê ragihandinê, bikaranîna kurdî di ragihandinê de, konferansa zimanê ragihandinê li ser pirsgirêk û çareseriyên wê tê lidarxistin ku ji hejmarek panel û gotûbêjan pêk tê.

Konferans ku bi beşdariya nûnerên akademiya kurd, wezareta rewşenbîrî û ciwanan a hikûmeta herêma Kurdistanê û mamostayên zankoyê ve hatiye birêxistin û di konferansê de pirsgirêk û astengiyên li pêş ragihandina kurdî bo zimanê kurdî derdikevin pêş dê bên guftûgo kirin.

Cîgirê akademiya kurdî Dr. Necatî Ebdul di gotarekî de got: “Kar kirin li ser zimanê kurdî, di çapemeniyê de, kar kirina zanistî û siyaseta ferhengî ya bi hûrgilî û ramana zanistî divê. Pêwîste em vê rêyê her derbas bikin. Eger em wek civatekî netewî xwe pênase dikin divê wan rêyan em derbas bikin.”

Li gor nûçeya BasNewsê Necatî Ebdul da zanîn, “Piştî Raperînê û damezrandina hikûmeta herêma Kurdistanê, nivîsandina bi zimanê kurdî zêde bû ku li gel berî raperînê, nayê muqayese kirin li gel berî raperînê û ev yek pêwîstiya wê bi leşkerên nivîskar heye. Hat wergêr kirin û ragehandkar hebû ku divê bi wergêrê û ragehandinê û belav kirina bi zimanê kurdî ve vê qadê tejî bike.’’

Cîgirê akademiya kurdî Dr. Necatî Ebdul wiha pê de çû: “Ev li gel xwe bû kêrekî du serî, ji aliyekî hem nivîsandina kurdî berfireh kir û ji aliyê din ve jî rast nivîsa bi zimanî kurdî û wergêra seqet û tejî xeletî û zimanekî bêserber ê kurdî anî nav cîhana nivîsandinê ku çend destkeftên wê hebûn ewqas jî ziyanên wê jî hene.”