Merasîma konferansa Plana Herêma Kurdistanê ji bo Mafên Mirova bi besdariya Serokwezîr birêve diçe

06 October 2022 12:08 0 dîtin
Merasîma konferansa Plana Herêma Kurdistanê ji bo Mafên Mirova bi besdariya Serokwezîr birêve diçe

PeyamaKurd – Merasîma konferansa derbasbûna salekê di ser cibicîkirina Plana Herêma Kurdistanê ji bo Mafên Mirova, bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî birêve diçe.

Li gor zanyariyan, bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 6ê Cotmeha 2022an di saet 10:00an de, merasîma konferansa derbasbûna salekê di ser pesendkirin û cibicîkirina plana Herêma Kurdistanê ji bo Mafên Mirova birêve diçe.

Plana Herêma Kurdistanê ji bo mafên mirova, roja 15ê Îlona 2021ê, ji aliyê Hikûmetê ve hat pesendkirin û di 31ê Gulana 2022yan de, hilmeta ragihandina plana Herêmê ji bo mafên mirova hat belavkirin.

Herwiha Plana Mafên Mirova ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi zimanên Kurdî û Erebî heye û 46 Rêveberên Giştî ji bo cîbicîkirina plana mafên mirova hatine destnîşankirin.

Li gor zanyariyan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê budce ji bo cîbicîkirina wê planê dabîn kiriye û heta niha 20 workşop û panel li ser Plana Mafê Mirovan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine lidarxistin û herwiha 21 civîn û hevdîtin jî derbarê Plana Mafên Mirova ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatine kirin.

Hat zanîn ku Plana Mafên Mirova ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji 27 beşan pêk tê û li ser nehiştina cudahiya regezî, tundûtûjî, sivikatî û reftarên nemirovane ye.

Ji koma 389 rasperdeyên ku arasteyî Herêma Kurdistanê hatine kirin, 179 rasperde hatine cîbicîkirin û 210 pêşniyar jî niha tên cîbicîkirin.

Herêma Kurdistanê û Brîtaniyayê li hev kirine ku piştgiriya vê planê bikin ku Kordînatorê Raspardeyên Navdewletî serperiştiya vê plane dike.