Li Duhokê hejmarek projeyên nû yên xizmetê hatin ragihandin
PeyamaKurd - Parêzgerê Duhokê Dr. Elî Teter hejmarek projeyên xizmetê yên girîng li sînorê parêzgeha Duhokê ragihand.
Sekreterê rojnamevaniyê yê parêzgerê Duhokê Elî Teter, Mîyel Îsmet eşkere kir, Elî Teter rizamendî daye bicihanîna hejmarek projeyan ku ew proje ev in:
- Qîrkirina rêya ser çiyayê Zawa
- Qîrkirina rêyên kampan
- Qîrkirina rêya gundên Gelnaskê, Çiranî û Baneswan ku 400 milyon dînar xercê wê ye.
- Qîrkirina rêyên gundên Şawrîk, Birohecera û Navdara ku 299 milyon xercê wê ye.
- Gihandina projeya stratejîk a ava Enîşkê ji bo bajarokê Bamernê ku xercê wê milyarek û 63 milyon dînar e.
- Temamkirina çêkirina avahiya rêveberiya nasnameya Duhokê ku 692 milyon dînar xercê wê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin