Li Duhokê nivîsa kevirî ya dîroka 2 hezar û 181 salan hat dîtin

12 October 2020 20:07 0 dîtin
Li Duhokê nivîsa kevirî ya dîroka 2 hezar û 181 salan hat dîtin

PeyamaKurd – Li şûnwarê dîrokî Girê Balyoz ê dikeve rojavayê Duhokê  nivîsa kevirî ya dîroka wê digihe 2 hezar û 181 salan hat dîtin ku ji bo dîroka şaristaniya Kurdistanê xwedî girîngiyeke mezin e.

Rêveberê Şûnwarê Duhokê Dr. Hesen Ehmed Qasim gotiye, ew asewar parçeyekî kevir e û teksteke dîrokî ya bi zimanê Grîkî û nivîsa bizmanî li ser heye ku dîroka wê vedigere 2,181 sal berî niha.

Hesen Ehmed ji Rûdawê re daye xuyakirin ku ew tekst ji aliyê tîmeke hevbeş a Rêxistina Şûnwarên Kurdistanê û Rêveberiya Şûnwarên Kurdistanê ve hatiye dîtin û wan ev teksta dîrokî wergerandiye ser zimanê Kurdî.

Rêveberê Şûnwarê Duhokê dide zanîn ku li ser parçeyê kevirê dîrokî navê paşayekî Silûkî yê serdema Helenîstî, Paşa Demitriyus hatiye nivîsandin ku di sala 165 Berî Zayînê de desthilatdar bûye û tekst jî bi zimanê Grîkî û bi xetê bizmarî hatiye nivîsandin.

Hesen Ehmed dibêje, ev nivîsa kevirî ji bo dîrok û şaristaniya Kurdistanê girîng e, ji ber ku zanyariyan derbarê serdema Îskenderê Mezin de dide.