Li Edirne ya Tirkiyê 385 koçber hatin girtin

06 December 2018 21:47 0 dîtin
Li Edirne ya Tirkiyê 385 koçber hatin girtin

PeyamaKurd- Li Tirkiyê li bajarê Edîrneyê, koçberên ku hatibûn da di ser Tirkiyê de derbasî Awrûpayê bibin, ji wan 385 kes hatin girtin.

Hêzên asayîşê yên bajarê Edîrneyê, di dema ku li ser sînorê navbera Tirkiyê û Yûnansitanê digeriyan, rastî koçberan hatin û wan girtin. Koçberên ku xwestin herin Awrûpayê, ji welatên Cezayîrê, Misrê, Fasê, Îran, Iraq, Lîbya, Afxanistan, Bangladeş û Pakistanê ne.

Piştî ewraqên wan li asayîşê hatin amadekirin, wan şandin rêvebiriya koçberan ya bajarê Edîrneyê.