Li peravên Tirkiyê 44 koçber hatin girtin
PeyamaKurd - Li bajarê Çanakkaleyê 44 koçberên neyasayî hatin girtin ku hewil didan derbasî Ewropayê bibin.
Li peravên navçeya Ayvacik a ser bi bajarê Çanakkaleya Tirkiyê ve, tîmên ser bi Fermandariya Ewlehiya Peravan, belemek rawestandin û ew koçberên ku tê de bûn hatin derxistin.
Li gor zanyariyên berdest 44 kes di wê belemê de hebûn ku 42 jê xelkê Efxanistanê, kesek xelkê Angola û kesek jî xelkê Senegalê bû.
Ew koçberên neyasayî ku hewil didin bi rêyên qaçax xwe bigihînin welatên Ewropayê, piştî karûbarên pêwîst, bo veguhastin bo Navenda Vegerandinê ya li navçeya Ayvacikê.
Ev di demekê de ye li peravên Tirkiyê heya niha hejmareke zêde ya koçberên ji welatên ciyawaz tên girtin ku hewil didin bi rêyên qaçax derbasî welatên Ewropayê bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin