Li peravên Îzmîrê 79 koçber hatin girtin!

13 April 2024 15:59 0 dîtin
Li peravên Îzmîrê 79 koçber hatin girtin!

PeyamaKurd – Di encama kontrolên hêzên ewlehiyê yên li peravên navçeyên Çeşme, Selçûk û Urla yên Îzmîrê de 23 jê zarok 79 koçberên neqanûnî di nav botên lastîkî de hatin girtin.

Piştî kontrolên hêzên ewlehiyê li peravên Îzmîrê 23 jê zarok 79 koçberên neqanûnî di nav botên lastîkî de hatin girtin.

Di daxuyaniya ku ji teref Fermandariya Ewlekariya Peravê ve hat dayîn de hat ragihandin ku li peravên navçeya Çeşmeyê di boteke lastîkî de komek koçberên neqanûnî hene, tîmek sewqî herêmê hat kirin.

Ekîban li bota lastîkî ya ku rawestandibûn 1 jê zarok 35 koçberên neqanûnî girtin.

Li peravên navçeyên Selçûk û Urlayê 44 koçberên neqanûnî ku 22 ji wan zarok in di botên lastîkî yên ku hatine rawestandin de hatin girtin.

Koçberên neqanûnî piştî karên wan teslîmî Midûriyeta Îdareya Koçê ya Parêzgehê kirin.