Li Efrîna dagirkirî keçên Kurd bo bi çekdaran re bizewicin gefa kustinê dixwin
PeyamaKurd – Li Efrîna dagirkirî ya Rojavayê Kurdistanê, keçen Kurd ji aliyê milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn gefa kuştinê dixwin, da ku bi çekdarên wan re bizewicin.
Li gor zanyariyên ji Afrinpostê, milîsên dagirkeriya Tirkî bi zorê bi keçên Kurd re û bi taybet ên temenbiçûk re dizewicin.
Herwiha hatiye destnîşankirin, bûyereke bi vî rengî li gel keça şênî Xelîl Cafer re li bajarê Efrînê re çêbû, ku çekdarekî bi navê Rayêd Emre ji milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” gefa revandin û heta kuştinê li malbateke Kurd dixwe ji ber keça xwe pê re nezewicandin.
Tê zanîn ku ew keç destgirtiya xortekî din e, lê belê tevî wê jî çekdar dixwaze bi zorê pê re bizewice.
Li gor çavkaniyekê, çekdar berê çeteyekî DAIŞê bû û li Dêra Zorê çetetî dikir, piştî ku Efrîn hat dagirkirin hat herêmê û tevlî nava milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” bû.
Herwiha wî çeteyî li kolana Vîlat a bajarê Efrînê sekinî û durişmeya DAIŞê got: dimîne û berfireh dibe.
Hat destnîşankirin, bûyereke din bi heman rengî bi keçeke din re li bajarokê Cindirêsê pêk hat. Keçikê navê xwe aşkere nekir; çekdarê ji milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” gef li keçê xwar ku eger pê re nezewice, dê wê bikuje.
Beriya niha hinek raporan aşkere kirin ku piştî dagirkeriya Efrînê rêjeya zewicandina keçên negihîştî yên temen biçûk gihîşt 40%.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin