Îstixbarata Tirkiye û çekdaran 2 keçên Kurd ên Efrînê girtin

03 October 2022 20:04 0 dîtin
Îstixbarata Tirkiye û çekdaran 2 keçên Kurd ên Efrînê girtin

PeyamaKurd – Komeke çekdar a artêşa Tirkiye li Efrînê piştevaniya wan dike ligel îstixbarata Tirkiyê, 2 keçên Kurd ji gundê Mîrkan yê navçeya Mabetayê girtine û birine cihekî nediyar.

Li gorî çavkaniyên ji nava Efrînê, îstixbarata Tirkiyê û komên çekdar du keçên Kurd ên bi navê Mîdya Fethî Cidî ya 39 salî û Lîna Fethî Cidî ya 37 salî ji gundê Mîrkan yê Mabeta yê ser bi herêma Efrînê, bi tohmeta pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebûye, revandine.

Hat diyarkirin ku beriya revandina herdu xwişkan, bavê wan Fethî Cindî ku temenê 55 salî ye, ji aliyê heman koman ve hatibû girtin û piştî rojekê ji standina pereyan ji malbata wî, hatibû berdan.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar di Adara 2018an de, zêdetir ji 8 hezar Kurdên Efrînê hatine revandin û çarenivîsa hejmareke mezin ji wan hê jî diyar nebûye.