Efrîn | Îstixbarata Tirkiyê tevî çekdaran bi ser mala jineke Kurd de girt û bir cihekî nediyar
PeyamaKurd – Kiryarên komên çekdar ên li Efrînê berdewam dikin, herî dawî komên çekdar ên bi ser Tirkiyê ve jineke Kurd ji bajarê Efrînê revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand, îstixbarata Tirkiyê û komên çekdarên ser bi wê ve, bi ser mala mala jineke Kurd a temen 45 salî dadan û ew revandin bêyî ku tohmeta wê eşkere bikin.
Hat zanîn ku navê wê jinê Sîlfane Ebidelrehman e û rûniştvana taxa Şerefîye ya bajarê Efrînê ye ku ew ber bi cihekî nediyar ve birin û heta niha ti zanyarî li ser aqûbeta wê nînin.
Rêxistinê daya xuyakirin ku koma çekdar El Hemzat li gundê Burc Ebdalo jî kiryarên xirab li dijî xelkên wî gundî berdewam dike û dest danîye ser muweldeya Eliktrîkê û bîra ava gund û li gel muxtarê wî gundî cotkaran neçar dikin ku erdê xwe ji wê bîrê av bidin li beramber 40 hezar lîreyên Sûrî ji her hektarekî re.
Herwiha her kesekî ku ji bîra xwe ya taybet zeviya xwe av bide jî wê komên çekdar dest deyinin ser matorê wan yê avê û amûrê wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin