Efrîn | 'Di teqînê de fermandarê îstixbarata leskerî ya Tirkiyê hat kustin'
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama teqîna doh 26ê Hezîranê ya li Efrînê çêbûye de, fermandarekî îstîxbarata leşkerî ya Tirkiyê hatiye kuştin.
Li gorî zanyariyan teqîn doh piştî nîvro bi teqandina otomobîleke bombekirî li gundê Şiwarixe yê navçeya Şeran a Efrînê rû da.
Çavkaniyên herêmê radigihînin ku di encama wê teqînê de, fermandarê îstixbarata leşkerî ya bi ser Tirkiyê ve hatiye kuştin ku navê wî nehatiye diyarkirin.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) derbarê teqînê de dabû xuyakirin, di encama teqînekê de 3 kesan jiyana jiyana xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin