Tirkiye dixwaze wan çekdaran veguhêze deverên Kurdî
PeyamaKurd - Di çarçoveya Rêkeftina Soçiyê de ku di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de hatibû îmzekirin, Tirkiye ji grûpên çekdar xwestiye ku ji devera bêçek vekişin, lê heta niha tu grûpeke çekdar venekişya ye.
Rêkeftina Soçiyê di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de hemû alozî bidawî nekiriye.Herdû alî li gorî xwe xalên rêkeftinê şirove dikin, Rûsya dibêje, divê tevaya çekdarên opozisyonê ji devereke 15-20 kilometerî xwe bikşînin û çekên xwe yên giran radest bikin, herwiha divê hêzên hikûmeta Sûriyê rêya Heleb û Laziqiye kontirol bike. Lê Tirkiyê vê yekê red dike û dibêje, xalên rêkeftinê bi tenê behsa çekdarên tundrew dike, bi awakî ku hêzên Tirkî û Rûsî çavdêriya wê navçeyê bike.
Li gor çalakvanên xwecihî yên parêzgeha Idlibê ya bakurê Sûriyê, Tirkiye ji grûpên çekdar xwestiye ku ji devera bêçek vekişin, lê heta niha ti grûpeke çekdar venekişya ye, herwiha ti grûpekê jî ne çekên giran an sivik radest nekirine.
Heman çavkanî tekez dikin ku heta niha grûpên çekdar li pêgehên xwe ne û hêzên hikûmetê jî ji devera destnîşankirî venekişyane.
Li gor çavkaniyên peywendîdar, rêkeftina Soçî ya derbarê Idlibê de niha bûye cihê nakokiyê di navbera Rûsya û Tirkiyê de, ji ber her aliyek rêkeftina navborî li gor berjewendiyên xwe şirove dikin û divê derbarê de 4 nakokî derketine holê.
Rayêdarên rûsî di daxuyaniyên xwe de dibêjin ku divê devera bêçek 15-20 km lixwe bigire û hikûmet li bajarê Idlib û ên sereke bicîh bibe. Lê Tirkiye radestkirina bajaran red dike.
Li gor Rûsyayê divê rêyên Heleb-Laziqiye, Heleb-Hema-Şam têkevin dest hikûmetê, lê Tirkiye dixwaze ligel Rûsyayê wan rêyan kontrol bike.
Bi baweriya rayêdarên rûsî pêwîst e şerê çekdarên biyanî yên li Idlibê bê kirin, lê Tirkiye dixwaze wan çekdaran veguhêze deverên Kurdî.
Rûsya dibêj rêkeftina Soçî ya derbarê Idlibê de demkî ye û divê hikûmet li Idlibê bicîh bibe, lê Tirkiye dixwaze Idlib wek deverên Mertala Firat û Efrînê be û berdewam di destê wê de be.
Li gor rêkeftina Putin û Erdogan ku 17ê Îlonê li Soçî ya Rûsyayê hatibû kirin, divê heta 10ê Cotmehê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê çekên giran radest bikin û 15ê Cotmehê çekdarên radîkal jî li Idlibê nemînin. Li gor çavkaniyên peywendîdar Moskowê hikûmetên Enqere, Tehran û Şamê agahdar kirine ku eger di 10 û 15ê Cotmehê de rêkeftin cîbicî nebe, Rûsya yekser dest bi bordûman û operasyonên bejayî dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin