Li Efrînê 3 ji wan jin 10 kesên sivîl hatin revandin
PeyamaKurd – Çekdarên bi ser Tirkiyê ve ku ji dema dagirkirina Efrîna Rojavayê Kurdistanê heta niha, revandin, îşkence, desteserkirin û talana xwe berdewam dikin, herî dawî 3 ji wan jin 10 kesên sivîl revandin.
Malpera Afrinpostê ragihand ku 15ê Tabaxê, çekdaran ji wan 3 ji wan jin, 5 sivîl ji gundê Hêkiçê yê navçeya Şiyê revandin ku navên wah wiha ne: Melek Subhî Helebî, Zehîde Xelîl Şêx Mistefa, Meqbole Ebdo Tana, Henan Sebrî Tana, Fewzî Mihemed Tana
Dîsa li gundê Mistikê yê navçeya Şiyê jî li gorî ragihandina Afrinpostê, hêzên istixbarata Tirkiyê bi ser gund de girtin û hejmarek ciwan bi xwe re birin ku navê du ciwanan Esed Elo û Malşîn Elo ne.
Herwiha Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê jî da xuyakirin ku çekdaran piştî standina hezar û 300 Lîreyê Tirkiyê, hin ciwan berdane.
Li gundê Çeqela yê Şiyê jî çekdaran ciwanê bi navê Mistefa Celal Ikaşê 30 salî revand.
Rêxistinê diyar kiriye, 6ê Tabaxê jî li navenda Efrînê istixbarata Tirk kesê bi navê Ciwan Ismet Mistefa ji gundê Koran yê Mabeta tevî erebeya wî revandiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin