Li Efrînê 8 kesên sivîl hatin revandin

26 August 2021 11:08 0 dîtin
Li Efrînê 8 kesên sivîl hatin revandin

PeyamaKurd – Çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve, li Efrînê 8 kesên sivîl revandin, di nava wan de jin û zarok jî hene.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, koma Polîsa Leşkerî, pêr roja 24ê Tebaxê du jin û mêr revandin, bêyî ku sedema revandina wan were zanîn.

Rewangehê da zanîn, koma Feyleq El-Şam jî roja 23ê Tebaxê 4 welatî ji gundê Meydan Ekbes yê ser bi navçeya Raco ve revandin, di nava wan de zarokên di bin 18 saliyê de hebûn ku bi tohmeta girtina vîdyoyan û şandina wan ji merivên xwe re, hatine tohmetbarkirin.