Li Efrînê di encama teqîna teqemeniyekê de 3 çekdarên Tirkî birîndar bûn

29 January 2021 12:59 0 dîtin
Li Efrînê di encama teqîna teqemeniyekê de 3 çekdarên Tirkî birîndar bûn

PeyamaKurd – Li gundewarê Efrînê teqemeniyek do bi rêbenda milîsên Tirkiyê teqiya û di encamê de 3 çekdar birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji Afrinpostê, rêbendeke ewlehiyê ya milîsên “polîsên leşkerî” li ser rêya Bilbilê-Şera hat armancgirtin û 3 çekdar bi giranî birîndar bûn. Heta niha tu aliyan ew teqîn negirtine ser xwe.

Herwiha bi nebûna ewlehiyê ve, çavkaniyên xwecihî bi bîr xistin ku 2 niştedagîr dema ku bi otomobîla xwe ji cureyê Hyundai ya rengşîn ji bajarokê Raco diçûn bajarê Efrînê hatin revandin.

Tê zanîn, ew rê di bin kontrola milîsên “El-Hemzat” û “Ehrar El-Şerqiyê” de ye û bi awayekî dorveger bûyerên revandinê li ser vê rêyê çêdibin û bi taybet li geliyê Tîra ku li vî gelî bazirganê Kurd bi navê Seîd hat revandin, pişt re cenazê wî li navçeya Mabeta piştî çend hefteyan ji wendabûna wî hat dîtin.