Li Efxanîstanê teqîn: Bi dehan mirî û birîndar hene
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji çapemeniya Efxanîstanê hatin ragihandin, li bajarê Parwanê yê Efxanîstanê, di tunelekê de tanqêra sotemeniyê teqiyaye û bi dehan mirî û birîndar çêbûne.
Di agahiyên ku ji aliyê parêzgariya bajêr ve hatin ragihandin de di şewata ku di encama teqîna tanqera sotemeniyê ya li Tunela Salangê ya li lûtkeya Çiyayên Hindûkûş a li parêzgeha Parwan a Efxanîstanê derket de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane û 32 kes jî birîndar bûne.
Berdevkê Parêzgariya Parwanê Hikmetullah Şamîm, li ser bûyerê diyar kir ku dibe ku hejmara qurbaniyan hîn zêdetir bibe.
Wezîrê Tenduristiyê yê Efxanîstanê Qelendar Îbad jî ragihand ku tîmên tenduristiyê birîndar rakirine nexweşxaneyên bajarên Kabûl, Baglan û Parwanê û kesên di tunelê de asê mabûn jî hatine rizgarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin