Li Pakîstanê teqîn: Bi dehan mirî û birîndar hene!

30 July 2023 19:30 0 dîtin
Li Pakîstanê teqîn: Bi dehan mirî û birîndar hene!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, li eyaleta Xyber Pakhtunkhwa ya Pakîstanê, di êrîşa bombeyî ya ku li ser kongreya Civata Ulemayên Îslamî (JUI-F) ku yek ji şirîkên hikûmeta koalîsyonê ye hat kirin de bi dehan kes mirin û bi dehan kes jî birîndar in.

Li herêma Bajaur a Pakîstanê, li dijî kongreya ku ji aliyê endamên JUI-F ve hatibû organîzekirin, êrîşeke bombeyî çêbû.

Li gorî agahiyên destpêkê, di êrîşa ku li nav avahiya ku kongre lê hat lidarxistin de 42 kesan jiyana xwe ji dest dan û 80 kes jî birîndar bûn.

Rayedaran diyar kir ku heta niha tu kesî berpirsyariya êrîşa kongreyê ya li Xeyber Pakhtunkhwa negirtiye ser xwe.