Li Elezîzê erdhej! Li Diyarbekirê jî hat hestkirin
PeyamaKurd – Erdhejeke bi lerza 4,7an ku navenda wê Elezîzê ye pêk hat.
Li gor agahiya ku ji Serokatiya Daîreya Erdhejê ya Serokatiya Rêvebiriya Afat û Lezgîniyê hat sitendin, di saet 03.25an da bi lerza 4,7an erdhejek ku navenda wê Elezîzê ye pêk hat.
Hate hînbûn ku di erdheja ku bi kûrahiya 14 kîlometreyan di bin erdê de pêk hat de ti rewşeke neyînî çênebû.
Erdhej li bajarên Çewlîk, Tuncelî, Meletî, Diyarbekir û Batmanê jî hat hestkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin