Li Elezîzê li dû hev 2 erdhej

13 June 2024 14:32 0 dîtin
Li Elezîzê li dû hev 2 erdhej

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Elezîzê, piştî erdheja bi pileya 3.4 ya ku îro danê sibehê di demjimêr 06:40an de pêk hat, careke din erdhejek bi pileya 3.6 pêk hatiye.

Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn ên Afetê (AFAD) ragihand ku li Sivrîceya navçeya Elezîzê bi lerza 3,6an erdhejek pêk hatiye.

Hate ragihandin ku erdhej di 10,9 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.

Îro danê sibehê jî li Elezîzê bi lerza 3,4an erdhejek pêk hatibû.

Erdhej di demjimêr 06:40an de, li 3,39 kîlometre dûrî navenda Elezîzê pêk hatibû û kûrahiya erdhejê 9,01 kîlometre hatibû pîvan.