Li Entabê bi helîkopter û 500 polîsan operasyona HDPê: 52 kes binçav kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro beyaniyê bi piştgiriya helîkopterê û beşdariya bi qasî 500 polîsan li bajarê Dîlokê (Entab) operasyonên serdegirtina malan û avahiya HDPê hatin encamdan û gelek kes hatin binçavkirin.
Di serdegirtina malan de Hevserokê Rêxistina HDPê ya Dîlokê Muslum Kiliç, Hevserokê Rêxistina HDPa Şahînbey Mehmet Ozkan, rêveberên HDPê Mustafa Tunç û Hatîce Kuçuker jî di nav de herî kêm 52 kes hatin binçavkirin.
Herwiha hêzên taybet û polîsan bi ser avahiyên HDPê yên Dîlok, Şahînbey û Şehîtkamîlê de jî girtin û dest danî ser gelek belge û dosyeyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin