Li Ewropayê, buhayê gaza xwezayî hat zêdekirin
PeyamaKurd- Li gorî ragihandina rayedarên enerjiyê, di nav hefteyekê de li Ewropayê buhayê gaza xwezayî ji %28,6 zêde bû. Sedema vê yekê jî daxuyaniyên kêmkirina herikîna gazê ya ber bi Ewropayê ve hat nîşandan.
Gaza xwezayî ya ku di 15ê Tebaxê de bi 220,11 euroyan dihat firotin, hat ragihandin ku bi zêdebûna ji %28,6an îro bi 283,20 euroyan tê firotin.
Hat ragihandin ku di zêdebûna buhayê gaza xwezayî de bandora daxuyaniya ku dê di navbera 31ê Tebaxê û 2yê Îlonê de sewqiyata gaza xwezayî ya di ser xeta bakur de were rawestandin, heye.
Her wiha hat eşkerekirin ku ji ber îsal hewa zêde germ bûye û avên çeman ên li Ewropayê zuha bûne, li herêmê daxwaza enerjiyê zêde bûye û ev yek jî di zêdebûna buhayan de xwedî rol bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin