Li Filîpînê operasyona DAISê: 9 çekdar hatin kustin
PeyamaKurd - Artêşa welatê Filîpînê da xuyakirin ku di oprasyoneke ewlehiyê ya li başûrê welat de 9 endamên ji koma alîgirên çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Di daxuyaniya Artêşa Filîpînê de, hatiye ragihandin ku ji 9 kuştiyan destê du kuştiyên DAIŞê di teqandina keşîşxanyeke katolîk de heye.
Artêşê daye zanîn ku 4 leşkerên wan jî di operasyona ewlehiyê ya li herêma Lanao del Sur de birîndar bûne.
Hêjayî bibîrxistinê ye, komên alîgirên DAIŞê di 2017an de bi qasî çend mehan bajarê Marawi yê li başûrê Fîlîpînê kontrol kiribû, lê hêzên Filîpînê ew bajar rizgar kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin