Ji HSDê operasyona DAISê: 2 çekdar hatin kustin, 3 jî hatin girtin

03 October 2021 14:12 0 dîtin
Ji HSDê operasyona DAISê: 2 çekdar hatin kustin, 3 jî hatin girtin

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku yekîneyên wan ên taybet operasyonek li ser şaneya terorîst a DAIŞê ku amadekariya teqandina otomobîleke bombebarkirî li bajarê Reqayê dikir pêk aniye û di navbera wan û çekdaran şer derketiye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro Yekşemê bi daxuyaniyekê ragihand, “Roja 1ê Cotmehê di saetên şeve de, ji aliyê yekîneyên me yên operasyonên leşkerî ve li bakurê bajarê Raqqayê li hember şaneyeke taybet a DAIŞê, operasyonek taybet hat lidarxistin. Ev şane demek bû dihat şopandin û agahî di derheqê wê de dihatin komkirin. Ev şane amadekariya teqîneke mezin dikir û ji bo wê seyareyek teqemenîbarkirî amade kiribûn û armanc dikirin ku li bajarê Raqqa biteqînin.”

HSDê diyar kir, di operasyonê de şer derketiye û di wî şerî de 2 terorîstên DAIŞê hatine kuştin, 3 jî hatine girtin.

Hat diyarkirin, yek ji çekdarên hatine kuştin, berpirsiyarê wan yê karûbarên sabotajê bûye û herwwiha seyareya bombebarkirî jî hatiye rûxandin.