Li Fransayê 58 kesan xistin binçav
PeyamaKurd – Li Fransayê piştî qanûna xaneşîniyê di parlementoyê de hat qebûlkirin, li Parîsê û tevahiya Fransayê çalakiyên li dijî derxistina qanûn dewam dikin. Li Fransayê 2 mehe ku çalakvan ji bo qanûn dernê xwepêşandanan dikin û di encamê de hukumeta qanûna ku temenê xaneşîniyê derdixe 64an qebûl kir.
9 roje ku li Fransayê xwepêşandan dewam dikin, gilêşan davêjin kolanan, konteynirên gilêşê dirijînin, camên rawestgehan dişkênin û camên maxazeyan dişkênin. Polîs li hemberê çalakvanan xaza rondikbaranê bikar tîne û heya niha 58 kesan xistiye binçav.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron di encamê de dev ji bêdengiya xwe berda û got: “Hun wisa dizanin ku kêfa min tê?”
Wezareta karên derve ya Fransayê li ser rêjeyê axifî û got ku heya niha li Parîsê 119 hezar kes, li seranserê welat 1 milyon kes tevlî çalakiyan bûye. Lê federasyona karkeran CGT dibêje ku li Parîsê 800 hezar kes tevlî çalakiyan bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin