Li Fransayê biryara qedexekirina hîcabê li dibistanan hat pesendkirin
PeyamaKurd – Li gor zanyariyan, Encûmena Dewletê ku li Fransayê dadgeha herî bilind a îdarî ye, biryareke hikûmetê ji bo qedexekirina hîcabê li dibistanên Fransayê pesend kir.
Dadgeha Îdarî ya Fransayê li ser mijarê diyar kiriye, piştî lêkolîna çend dozên li ser redkirina biryara qedexekirina hîcabê li dibistanan, biryara Wezareta Perwerdehiyê ya ji bo qedexekirina hîcabê pesend kiriye û di wê baweriyê de ne ku ev biryar cudakariya li dijî Mislimanan nîne.
Ev di demekê de ye ku dawiya meha borî, Wezîrê Perwerdehiyê yê Fransayê da zanîn, li dibistanên Fransayê hemû nîşaneyên olî qedexe dikin, di nav wan de jî serpoşî. Vê yekê bertekên tund ên xwendekarên Misilman li pey xwe anî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin