Tirkiye biryara meclisa Fransayê ya di derbarê Asûrî û Keldaniyan de red kir

29 April 2024 22:55 0 dîtin
Tirkiye biryara meclisa Fransayê ya di derbarê Asûrî û Keldaniyan de red kir

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Tirkiyê biryara Meclisa Fransayê ya Netewî ya di derbarê Asûrî û Keldaniyan de da, red kir. Biryara meclisa Fransayê di babeta maf û hûqûqên Keldanî û Suryaniyan de ya di dema dewleta Osmaniyan de ye.

Bi îhtîmaleka mezin biryara Fransayê di derbarê sirgûn, kuştin û mafên di dewra Osmaniyan ya Keldanî û Suryaniyan de ye ku wezareta karên derve ya Tirkiyê di daxwuyaniya xwe de got ku ti erka meclisa Fransayê tine ku mijarên dîrokî şirove bike û li ser wan biryaran bide.

Wezareta karên derve ya Tirkiyê biryara meclisa Fransayê red kir û got ku sala borî meclis car din mişjareka weha xistiye rojevê lê hukumetê biryarê nasnekiriye.