Tirkiye li Dîlokê biryara girtinê di derbarê 18 siyasetmedar û çalakvanên Kurd de da
PeyamaKurd - Dewleta Tirkiyê, di derbarê 18 siyasetmedar û çalakvanên Kurd de li Dîlokê biryara girtinê da.
Li bajarê Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, roja 14 Tîrmehê, di serdegirtinên malan de, 29 siyasetmedar û çalakvanên Kurd, ku di nav de hevserok û rêvebirên rêxistinên HDP, DBP û SYKP jî hebûn, hatibûn desteserkirin.
Herwiha dadgehkirina wan siyasetmedarên Kurd berdewam e û di encama rûniştinên do û îro de biryara girtinê di derbarê 18 kesan de hat dayîn.
Ew kesên hatine girtin bo girtîgehê hatin veguhestin, herwiha di nav kesên ku hatine girtin de, herdu Hevserokên HDP yên parêzgeha Dîlokê Musa Aydin û Songul Koçdag jî hene.
Herwiha dadgehê derbarê 11 kesan de jî bi mercê hepsa malê û kontrola edlî biryara azadkirinê da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin