Tirkiye | Ji bo 219 serbazan biryara girtinê hat dayîn

14 December 2018 13:04 0 dîtin
Tirkiye | Ji bo 219 serbazan biryara girtinê hat dayîn

PeyamaKurd - Li ser fermana Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê, bi ser malên leşker û serbazên pilebilindên artêşa Tirkiyê de operasyona destgîrkirinê hat destpêkirin.

Hat ragihandin ku di encama operasyona îro 14ê Kanûnê destê Sibê de, gelek leşkerên biryara binçavkirinê bo wan hatibû dayîn hatin binçavkirin.

Li gor fermana serdozgeriyê, ji bo fermandar û serbazên ku hîn li ser kar in, bi hinceta endamtiya FETOyê operasyon hatiye destpêkirin ku hejmara wan bi giştî 219 kes in.

Li Tirkiyê piştî hewla kotedaya 15ê Tîrmeha 2016an a FETOyê, heta niha bi hezaran leşker û payebilindên artêşa Tirkiyê hatine girtin ku piştî du salan hîn jî ew operasyon berdewam in.